PeyamaKurd- Operasyona duyem bo ser HDP a Diyarbekirê hat kirin û di vê operasyonê de 50 kes hatin binçavkirin. Di operasyona roja duşemê de 26 kes hatibûn binçavkirin.
Bi sedema ku tecrîd li ser serokê PKKê Abdullah Ocalan heye, parlementera bajarê Colemêrgê ya HDP ê Leyla Guven berya mehekî ketibû greva birçîbûnê û bo destekkirina wê, li şaxa HDP ê ya Amedê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.
Îro jî ber destê êvarê bi îzna dozgeriyê polîsên hêzên asayîşê girtin bi ser avahiyê de û 50 kesî binçavkirin. Kesên binçavkirî hatin birin bo baregeha asayîşê ya Diyarbekirê. Lêpirsîna wan niha dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin