Îran | Li Tehranê navenda mosekên balîstîk bû armanca êrîsekê

Îran | Li Tehranê navenda mosekên balîstîk bû armanca êrîsekê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li binkeya Himmet a moşekên balistîk ên Îranê ku li bajarê Tehranê ye, teqîneke mezin çêbûye.

Li gorî agahiyan binkeya moşekên balîstîk a Îranê bi balafirên bêmirov hatiye armanckirin.

Rojnameya Kuwêtê ya bi navê El-Qebes, ragihandiye ku li Binkeya Himmet li rojavayê bajarê Tehranê ku yek ji binkeyên girîng yên leşkerî û moşekên balîstîk yên Îranê ye, teqînek mezin rû daye ku ev teqîn di encama êrîşa balafireke bêmirov de çêbûye.

Hatiye diyarkirin ku êrîş ji navxweya Îranê, bi 10 kîlometran nêzîkî binkeya “Himmet” hatiye encamdan ku êrîş roja Înê û di demjimêrên şevê de pêk hatiye.

Li ser vê êrîşê û teqîna li binkeya moşekên balîstîk ji aliyê Îranê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin