Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi Zelenskiy re hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi Zelenskiy re hevdîtin kir

PeyamaKurd-Wezîrê  Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, li Kievê bi Vladimîr Zelenskiy re hevdîtin kir. Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat ragihandin ku Blinken û Austin gotine, ‘Rûsya wenda dike, Ukrayna bi ser dikeve.’

Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê Aleksey Arestoviç, di kenala televîzyonê ya Feigin Live de ragihand ku Blinken û Austin li Kievê ne û bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy re hevdîtinê dikin. Hat zanîn ku encamên serdana rayedarên Amerîkayî ji ber ewlehiyê zêde nayên eşkerekirin lê belê hevdîtin gelek sûdewar derbas bûye.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin jî nêzî sînorê Polonya û Ukraynayê ji çapemeniyê re axivî û got ku heger xwedî cebilxaneya rast û piştgiriya rast bin, ew ê bi ser bikevin. Ev serdana ku hat kirin, di asta herî jor de ye û ev jî bû sedem ku di qada raya giştî ya cîhanê de balê bikişîne ser xwe.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin