7 sal bi ser Komkujiya Roboskê de çûn: Hîn jî diêse…

7 sal bi ser Komkujiya Roboskê de çûn: Hîn jî diêse…

PeyamaKurd – 28ê Kanûna 2011an di erefeya saleke nû de, şeveke tarî balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê, bombe bi ser kolberên piraniya wan zarok de barandin û ew piç û parî kirin.

Bedenên 34 Kurdan piştî bombebaranê li ser hêstirên barê wan hatin barkirin û birin goristana Roboskê.

Ew hem bi hovîtî hatin kuştin hem jî wekî terorîst hatin binavkirin ji aliyê medya û deshilatdarên Tirkiyê ve.

Doza Komkujiya Roboskê piştî 7 salan, ji ber xemsariya siyasiyên Kurd û parêzeran ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vegeriya û tawanbarên wê komkujiyê  bêceza man.

Komkujiya Roboskê ji aliyê Kurdan ve wekî her komkujiyeke din a dîrokê şikestinek bû û dîsa bû xelat ji kujerên Kurdan re.

Bi hêviya ku careke din komkujiyên Roboskê, Şingalê, Dersîmê û hemû komkujiyên din ên bi ser gelê Kurd ê mezlûm de hatine, encam nedin...

Bi hêviya ku her Kurdek bi berpirsiyariya xwe rabe, li dijî van ewrên reş ên ser gelê me de tên barandin bi hişyarî tevbigere, êşên gelê xwe ji bîr neke, hesab bipirse û bi erka xwe rabe…

Em jî li ser navê Peyama Kurd di salvegera 7an a Komkujiya Roboskê de, wê komkujiyê dubare şermezar dikin û serxweşiyê ji gelê xwe re dixwazin!

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin