“Iraq ji gelek aliyan ve hatiye sikestin”

“Iraq ji gelek aliyan ve hatiye sikestin”

PeyamaKurd - Li parêzgehên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî Hikûmetê ev 10 roj e berdewam in. Iraq ketiye rewşeke pir xerab û li gor nêrînên pisporan rewş dê hêj xerabtir bibe.

Pro. Dr. Keywan Azad Neqşibendî ji malpera PDKê re ragihand: “Iraq ew welat e ku herî kêm aramî û ewlehî tê de heye. Herwiha welatekî bê xizmetguzarî ye û xelkê wê di rewşeke pir xerab de dijîn. Dema hikûmet nikaribe av û eliktrîkê ji xelkê re peyda bike, dê çawa xelk razî bibin. Bi baweriya min dê rewşa Iraqê ya niha hêj xerabtir jî bibe. Herwiha nakokiyên Îran û Amerîka zêdetir rewşa Iraqê xistine metirsiyê de.”

Mamosteyê zanîngehê Macîd Xelîl ragihand: “Xelkê Iraqê ji gotinên mezhebî û neteweyî û demokratîk ên berpirsên xwe bêzar bûne. Xelk daxwaza av û nan û derman û eliktrîkê dikin. Êdî xelk ji wan qebûl nakin. Iraq di rewşeke kambax de dijî. Ez bawer nakim Hikûmeta Iraqê karibe wan xwestek û daxwazên welatiyan cîbicî bikin û dê rewşa Iraqê xerabtir jî bibe.”

Çavdêrê siyasî jî wê gotinê piştrast dikin ku êdî Iraq nikare rabe ser xwe û jiyana xelkê xwe xweş bike û ewlehiyê ji xelkê xwe re vegerîne. Serokê Navenda Çavê Kurdan a Pêşxistina Siyasî, Meşxel Kewlosî ragihand: “Iraq ji gelek aliyan ve hatiye şikestin. Aramî bi dawî hatiye. Iraq di nava gendeliyê de dijî. Bi sed milyon dolaran winda ne û xelkê Iraqê bê av û nan û derman û elkitrîk dijîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin