Li Hewlêrê cephaneyeke din teqiya

Li Hewlêrê cephaneyeke din teqiya

PeyamaKurd – Li gundê Kanî Qirjale ya li nêzîkî paytext Hewlêrê li embareke çek û teqemeniyan teqîn pêk hat.

Çavkaniyekê ragihand ku demjimêr 11:00ê îşev li gundê Kanî Qirjale depoyeke çek û teqemeniyan teqiye.

Wê çavkaniyê da zanîn, ku heta niha jî sedema teqînê nehatiye zanîn.

Li gorî zanyariyan ew embar a Hêzên Pîştevanî ya Yek a Pêşmerge ye.
 
Gundê Kanî Qirjale 10 kîlometre li rojavayê bajarê Hewlêrê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin