PeyamaKurd - Derbarê Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî de ku gelekcaran nûçeyên kuştina wî hatine belavkirin, îdiayeke nû derket holê.
Li gor nûçeya The Guardian a Brîtanî milîtanên biyanî yên nav DAIŞê hewla kotedayê li Bexdadî kirine ku bûyer 10ê Çileya 2019an li bajaroka Hecîn a sînorê Iraq-Sûriyê rû daye.
Di nûçeyê de tê diyarkirin ku dema hewla derbeyê di navbera parêzvanên Bexdadî û êrîşkaran de şer rû daye û du kes jî hatine kuştin û Bexdadî li herêma çolê hatiye revandin û rizgarkirin.
Herwiha di heman nûçeyê de tê gotin ku DAIŞê bi hinceta berpirsiya derbeyê xelat bo kuştina emîrê biyanî yê rêxistinê Ebu Muaz el Jazairi daniye.
Hêjayî gotinê ye, bajaroka Hecînê keleha dawî ya DAIŞê bû û ew jî demek berê ji aliyê HSDê ve hatibû kontrolkirin ku hîn li wê herêmê şerê bermayiyên DAIŞê berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin