Trump: Em dikarin bi derbekê hemû rayedarên Îranê bikujin

Trump: Em dikarin bi derbekê hemû rayedarên Îranê bikujin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji malpera nûçeyan a Axiosê re ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû daxwaz kiriye ku li Koşka Spî ligel wî bicive.

Trump destnîşan kir ku peywendiyên wî ligel Netanyahû baş in û diyar kir ku "Netanyahû dizane patron kî ye."

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku ev hevdîtin dê piştî vegera wî ya ji Civîna Bilind a NATOyê ya li Enqereyê û herî zû di hefteya bê de pêk were.

Trump herwiha bal kişand ser merasîma veşartina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî û îdia kir ku Îranî ji bo gihîştina rêkeftinekê pir bi kelecan in û di vê navberê de her du aliyan li ser rawestandina êrîşan lihev kirine.

Trump destnîşan kir ku hemû berpirsên bilind ên Îranê di wê merasîmê de amade bûn û got: "Em dikarin bi derbeyeke tenê wan hemuyan bikujin, lê em vê yekê nakin ji ber ku hingê kes namîne ku em ligel wan danûstandinê bikin."