Trump: Em dikarin di rojekê hemû pir û santralên Îranê tune bikin

Trump: Em dikarin di rojekê hemû pir û santralên Îranê tune bikin

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump ji kanala Fox Newsê re axivî û eşkere kir ku ew ji bo gihîştina peymaneke baş bi Îranê re danûstandinan dikin, lê eger lihevkirin çênebe ew dikare di saetekê de hemû pirên sereke û di rojekê de santralên elektrîkê yên wî welatî têk bibe.

Trump diyar kir ku hêzên deryayî û asmanî yên Îranê ji aliyê leşkerî ve hatine rûxandin û pergalên parastinê ji holê hatine rakirin.

Trump rexne li Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu girt ku agahiyên derbarê baregeha Çiyayê Kulangê de ji hemû cîhanê re eşkere kirine û diyar kir ku armanca wî hiştina DYAyê ya di nav şer de ye.

Herwiha Serokê Amerîkayê bal kişand ser amûrên pişknînê yên Hêzên Fezayê û piştgiriya Brîtanyayê ya di çarçoveya hevsengiyan de û destnîşan kir ku dorpêç gelekî tund e û Tengava Hurmizê di bin kontrola wan de ye.