PeyamaKurd- Li Kurdistana Bakûr li navçeya Tercanê di fetwaxanê (mutfîgeh) de şer û pevçûna bi sîlih derket. 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Tercanê, di baregeha qeymeqamiyê de, îmamên navçeyê di civîna xwe ya mehane de bûn ku xebatkarekî muftîxanê, di destê wî de demança wî êrîşê ser civînê kir. Ji yên di civînê de îmamekî û waizekî hatin kuştin û 4 îmam jî birîndar bûn. Îmamên birîndar bi ambûlansan birin nexweşxanê.
Kujer reviya û niha polîs lê digerin. Nehat ragihandin bê aliyê bûyerê yê siyasî heye an na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin