PeyamaKurd – Li welatê Maltayê di nav avên navdewletî de di botekî de hat tesbîtkirin ku 440 koçber hene û piştî xebata bi 11 sietan hatin rizgarkirin.
Doktorên Sînoran Nasnakin (MSF) ragihand ku di ava navdewletî de ya nêzî Maltayê piştî 11 sietan karibûn koçberên ku di nav botekî de bûn û jimara wan 440 kes bûn, rizgar bikin. MSF bi keştiya rizgarkirinê ya bi navê Geo Barents ê koçberan rizgar kiriye û bi sedema ku şertên hewayê xerab bûn, rizgarkirina wan dirêj kiriye.
Yê operasyona rizgarkirinê îdare kiriye Riccardo Gatti ragihandiye ku di nav koçberan de 8 jin û 30 zarok hene. Bot di 1 ê nîsanê de ji bajarê Lîbya ji Bîngaziyê derketine rê û 2 rojên xwe bê av û xwarin derbas kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin