Ji Serokwezîrê Avusturyayê berteka PKKê: Cihê we nîne li vir…

Ji Serokwezîrê Avusturyayê berteka PKKê: Cihê we nîne li vir…

PeyamaKurd – Serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz li ser beşdarbûna komek alîgirên PKKê di ahenga 1ê Gulanê ya Vîyenayê de li ser twitterê daxuyanî da.

Kurz li ser hesabê xwe yê twitterê li ser pankarên alîgirên PKKê got, "Pêwîste SPÖ (Partiya Sosyal Demokrat a Avusturyayê) bilez têkiliya xwe ji rêxistinên wekî PKKê yên Stalînîst ku tundiyê dikin bibire. Li Avusturyayê cihê vê rêxistina tundrew a terorîst ku xwedî îdeolojiya çep e nîne.”

Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya ‘yasaya sembolê’ 1ê Adara 2019an li Avusturyayê remz û sembolên PKKê li cihên cemawerî hatibû qedexekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin