Li Silêmaniyê avahiya Liqa 4 a PDKê rastî êrîsekê hat

Li Silêmaniyê avahiya Liqa 4 a PDKê rastî êrîsekê hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Liqa Çar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê rastî êrîşeke teqekirinê hat.

Xebatkarê Liqa Çar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kameran Xerîb ji medya Kurdistanê re ragihand, şeva borî li demjimêr 11:45 ji otombîlekê ve teqe li baregeha Liqa Çar a PDKê li Silêmaniyê hate kirin û ti karvedan ji aliyê hêzên ewlehiyê jî nehat kirin.

Kameran Xerîb gotiye, ti ziyanên canî di wê êrîşê de çênebûn, lê ziyanên madî gihîştin baregeha wan.

Hêjayî gotinê ye beriya niha jî li nav sînorên bajarê Silêmaniyê êrîşên bi vî rengî li ser baregehên PDKê hatibûn kirin ku PDK dixwaze hêzên asayîşê ewlehiya wan baregehan pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin