PeyamaKurd - Pêşkêşkara Rûdawê, Şehyan Tehsîn ji ber bernameya xwe ya bi navê Berpirsiyar û bandora wê di çareserkirina bi dehan kêşeyên civaka Kurdistanê, ji aliyê Federasyona Navdewletî ya Medyayên Periyodîk (FIPP), li bajarê Las Vegas a Amerîkayê hate xelatkirin.
Rêveberê FIPPê James Hewes di dema pêşkêşkirina xelatê de ragihand Şehyan Tehsîn karekî gelek dahênerane kiriye.
Rudaw’s @Shahyan_Tahseen awarded for commendable efforts in the past year by @FIPPWorld for her work in Las Vegas, United States. pic.twitter.com/EM3UWnzxwm
— Rudaw English (@RudawEnglish) November 13, 2019
Ew xelata ku pêşkêşî rojnamevan Şehyan Tehsîn hatiye kirin, taybet e bi wan ciwanên dahêner ku bandora wan li ser civakê heye. Tehsîn ji ber wergirtina xelatê kêfxweşiyên xwe anîn zimên û û got:
“Xelat wek rêzgirtinek bû li bermaber wan kêysên ku di bernameya 'Berpirsiyar' de me behsa wan kiriye. Wergirtina vê xelatê jî ji bo min giring e û ji niha pê ve karê me li berpirsiyar girantir dike.”
Pêşkêşkar û rojnamevan Şehyan Tehsîn sala 1988an li bajarê duhokê ji dayik bûye. Ji sala 1999an ve dest bi pêşkêşkariya bernameya zarokan di kanala Kurdistan TV kiriye û herwiha berî Rûdawê, pêşkêşkara War TVyê jî bûye. Tehsîn ji sala 2015an ve li Rûdawê weke pêşkêşkar kar dike û beşdarî di çend xûlên rahênanên rojnamevaniyê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin