Di Remezanê de li Mescid a Aqsayê îbadet nayê kirin

Di Remezanê de li Mescid a Aqsayê îbadet nayê kirin

PeyamaKurd- Li gor agahiya ku ketiye ser çapemeniyê konseya weqfê ya Îslamî ya Qudsê ragihandiye ku di meha Remezanê de wê di Mescîd a Aqsayê de îbadet neyên kirin. Sedem jî bo berlêgirtina koronavîrusê ye. Ragihandina konseyê ku bi awayekî nivîskî kiriye weha ye:

“Konsey halê Kociv-19 ê daye ber çav û biryarê daye ku mubarek Mescid a Aqsayê di meha Remezanê de, dê bo îbadetê veneke. Biryar li gor fetwayên berê û şîretên tenduristiyê hatiye dayîn.”

Bi sedema vîrusa Koronayê Mescid ji 21 adarê heya niha bo ayînê girtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin