PeyamaKurd- Endamê Komîteya Diplomasiya TEV-DEMê Salih Muslim got ku kesê ku me wekî terorîstan nabînin, em amade ne ku bi wan re hevkariyê bikin.
Salih Muslim wiha berdewam kir: “Bi koalîsyona navnetewî re li dijî IŞÎDê me peymanek çêkiriye. Ev peyman li dijî terorê ye. Li gorî me, hemî terorîstên Sûriyê ji bo me talûke ne. Niha hemî li Efrînê ne, Efrîn vegirtine. Ji bo ku em van komên terorîst ji Efrînê û ji hemî Sûriyê bavêjin, çi ji destê me were; em ê bikin.”
Muslim got ku em dikarin bi her kesî re hevkariyê bikin. Tenê divê ew jî serdestiyê li me nekin. Lê belê heke şertên siyasî li dijî me deynin û me wekî teror û çeteyan bibînin, em jî tu caran vê yekê qebûl nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin