Ji Îsraîlê bo Lubnanê: Xwe ji deryayê dûr bixin

Ji Îsraîlê bo Lubnanê: Xwe ji deryayê dûr bixin

PeyamaKurd – Bi rojaye artêşa Îsraîlê êrîşê dibe ser Hîzbûllaha Lubnanê û niha berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku xelkê Lubnanê xwe ji deryayê dûr bixe û wê ji aliyê deryayê de êrîşê Hîzbûllah a Lubnanê bikin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li hemberê Hîzbûllahê ji deryayê êrîşê bikin û got ku wê ji bajarê Saydayê destpêbikin û xwest ku masîvan jî di nav de herkes xwe ji deryayê dûr bixe.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:

“Ji bakûrê bajarê Saydayê ji xeta çemê Avaliyê û pê de bila temamê tekneyên masînvanan û alavên deryayê, xwe ji deryayê dûr bihêlin û neçin nav deryayê. Wê artêş ji aliyê deryayê li Hîzbûllahê bixe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin