Rûsya: Em dikarin S-400an bifrosin Amerîka

Rûsya: Em dikarin S-400an bifrosin Amerîka

Rûsya got ku Amerîka bixwaze, dikarin S-400an bifroşin wan. Ragihandin ji aliyê rêvebirê giştî yê “Rostek”ê, ji Sergey Çemezov hat.

Peyamnêrê Washington Postê ji Çemezof pirsî bê hedefa wan çiye ku S-400an firotine Tirkiyê, ji ber ku Tirkiye Endamê NATO ye? Li ser vê pirsê Çemezof weha got:

''S-400 ne sîstema êrîşê ye, ya parastinê ye. Eger Amerîka bixwaze em dikarin sîstemê bifroşin Amerîka jî. Ji aliyê stratejîk ve pirsgirêkî tine ye. Ji aliyê ewlekariyê de jî bo Rûsyayê problemek tine ye. Berevajî eger welat xwediyê erka parastina xwe ya hewayî be, wê xwe bêhtir di ewlekariyê de hîs bike. Eger yek bixwaze êrîşê welatekî weha bike, divê du cara bifikire.”

Çemezov got wê gelek dewlet bixwazin bibin xwediyê sîliheka weha û ji ber wê jî daxwaza vê sîstemê ya kirînê gelek zêde ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin