PeyamaKurd – Li Tirkiyê û Kurdistana Bakûr her roj jimara kesên bi pandemiyê dikevin zêdetir dibe. Li gor ragihandina wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê îro jimara kesên testên wan posîtîv derketine ji 2 hezaran derbas bû. Jimara kesên ji ber pandemiyê wefat kirine îro 68 e. Rêjeyên din yên pandemiyê wehane:
12.759.069 test heya îro hatine kirin.
353.426 kes heya îro nexweş ketine.
9.513 nexweş heya îro wefat kirine.
1.504 nexweş halê wan girane.
308.446 nexweş heya îro baş bûne.
117.943 test îro hatine çêkirin.
2.013 test îro posîtîv derketine.
68 nexweş îro wefat kirine.
1.507 nexweş îro baş bûne.
%5.6 di nexweşan de zature heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin