PeyamaKurd- Amerîka li Afrîkayê 41 û li Rojhilata Navîn 54 operasyon kiriye. Li gor komkirina malpera Vice Newsê ya Amerîkayê, hêzên Amerîkayê di 5 mehên dawiyê de li Afrîka û Rojhilata Navîn nêzî sed operasyon kiriye. AFRICOM tenê li Somaliyê ji serê salê heya niha 41 operasyon kiriye.Operasyonên li Somaliyê yên li dijî rêxistina Eş Şebabê ne.
Amerîka li Iraq û Sûriyê jî 54 operasyon kiriye. Di meha yekê de li Iraq û Sûriyê 8, di meha sibatê de 18, di adarê de 28 operasyonan kiriye.
Koalîsyona navdewletî bo meha nîsan û gulanê hêj rêjeyan nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin