Amerîka: “Me li fezayê sîlihan bicîh kiriye”

Amerîka: “Me li fezayê sîlihan bicîh kiriye”

PeyamaKurd – Wezîrê hêzên hewayî yê Amerîkayê Troy Meink di daxwuyaniya xwe ragihand ku çekan an sîlihan li fezayê bicîh kirine û çekên di felekê de bi cîh kirine, ji bo hêzên Amerîkayê ji dijminan biparêze pêdiviye.

Amerîka cara yekêye ku daxwuyaniyekî weha dide. Ev jî tê vateya ku li fezayê reqabeta hêzên mezin yên dinyayê zêde dibe. Amerîka li hemberê xebatên Rûsya û Çînê yên li fezayê şiyanên xwe zêde kir.

Wezîr Troy Meink di daxwuyaniya xwe de zêde ragihandinan nekir û negot kengê çekan li feleka fezayê bicîh kirine. Tenê got ku Amerîka li hemberê tehdîdan amadeye. Meink weha dewam kir.

“Di nava kontrola fezayê de, heye ku mirov di sehayê de reqabetê bike û desthilatiyê bike. Ji bo wê jî eger pêwistî hebe, divê mirov şiyanên raqiban xerab bike, wan qels bike û hetta ji bo mirov wan ji ortê rake, rêbazên kinetik û ne kinetik bikarbîne. Mirov van şiyanan dikare di rêya fermanên ermandariyên şer de bi armanca bergiriyê û êrîşan bikar bîne.”

Hêzên Fezayê yên Amerîkayê dizane ku Çîn wekî perçeyekî stratejik ya nûhkirina leşkerî şiyanên xwe yên fezayî û nefezayî pêşde biriye û dike jî. Rûsya jî fezayê weka seha şer dibîne û ji bo desthilatê jî fezayê wekî faktorekî destnîşanê dibîne.