Bo asiya seretanê Tirkiye û Kuba dê bi hevre bixebitin

Bo asiya seretanê Tirkiye û Kuba dê bi hevre bixebitin

PeyamaKurd- Welatê Kubayê bi aşi û dermankirina nexweşîna pençeşêrê (seretan-kanser) bi nav û denge. Bi wê armancê Tirkiye û Kuba biryarê dan da bi hevre li ser derman û tedawiya pençeşêrê bi hevre xebatê bikin û grûbên hevbeş yên xebatê ava bikin.

Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê li Cenevreyê di 2 yemîn Asambleya Tenduristiyê ya dinyayê de, bi welatên weka Kuba, Portekîz, Iraq, Azerbaycan, Îran, Kirgizîstan, Endonezya û Çekyayê re hevdîtinan kir.

Di nava hevdîtinan de ya herî girîng ya bi Kubayê re bû. Bi Kubayê re di 27 ê cotmeha 2018an de peymanekî hatibû girêdan û niha lez dane xebatên xwe. Di hevdîtina bi wezîrê tenduristiyê yê Kubayê re bi Jose Angel Portal Miranda re, bo aşiyên li dijî enfeksiyonan, aşiya seretanê û hilberîna dermanan bi hev re, biryara xebatên hevpar hat sitendin.

Bi taybetî di seha pêşdebirina molekulên inovatif û xebatên onkolojiyê de tecrubeyên Kubayê gelek li pêşin û dê grûbek ji wan hefteya pêşiya me here Tirkiyê. Di nava grûbê de serokê rêxistina dermanan yê BioCubaPharmayê û temsîlkarên wan hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin