Li Nîjeryayê êrîşên Boko Haran ranawestin. Boko Haram di êrîşan de, li rojhilatê bakûrê welat de, 15 kesî kuşt û 70 kesî jî birîndar kir.
Li gor ajansa nûçeyan ya Nîjerî (NAN), do bi şev, li eyaleta Bornoyê li deverên Bale-Şuwa û Bale-Kurayê, Boko Haram erîşên bombeyî û çekdarî kirin. Piştî êrîşê di navbera rêxistina Boko Haram û hêzên dewleta Nîjeryayê de şer derket.
Birîndarên bûyerê ji aliyê ambûlansan ve hatin birin bo nexweşxaneyên deverên nêz.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin