Derzîkirina Covid-19 ji bo 446 milyon welatiyên Ewropayê dest pê kir

Derzîkirina Covid-19 ji bo 446 milyon welatiyên Ewropayê dest pê kir

PeyamaKurd – Li welatên Yekîtiya Ewropayê helmeta derzîkirina Covid-19 bi awayekî hevdem hat destpêkirin.

Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen, roja Şemiyê ragihandiye ku derziya Pfizer-BioNTech a bo vîrusa koronayê li 27 welatên YEyê hatiye belavkirin.

Li gelek welatên ewropî piştî belavkirina derziyê û pesendkirina ji aliyê Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) derzîkirina welatiyan dest pê kir ku ew jî li gorî bernameyekê tê meşandin.

Welatên wekî; Almanya, Macaristan û Slovakya doh demildest dest bi derzîkirinê kirin û îro jî di serî de Îtalya çend welatên din ên Ewropayê dest bi helmeta derzîkirinê kirin.

Li seranserê Ewropayê serjimarî bi qasî 446 milyon kesan e û derzîkirin ji kesên pîr û kal, karmendên tenduristiyê û yên rewşa tenduristiya wan hestiyar e dest pê kiriye.

Ewropa dixwaze heta salekê bi bikaranîna cureyên din ên derziyên koronayê re, helmeta derzîkirinê were bidawîkirin û dawî li pandemiya Covid-19 bê anîn.

Heta niha tenê li parzemîna Ewropayê 335.000 hezar kesan ji koronayê can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin