Dezga psikiyatriyê ya Tirkiyê li ser rûdanên dibistanan axifî

Dezga psikiyatriyê ya Tirkiyê li ser rûdanên dibistanan axifî

PeyamaKurd – Li ser rûdanên şiddet û êrîşan yên di dibistanan de Rêxistina Psikiyatriyê ya Tirkiyê daxwuyanî da. Rêxistin di daxwuyaniya xwe de got ku pirsgirêkên aboriyê şiddetê xwedî dikin.

Rêxistinê got ku êrîşên di dibistanan de çêdibin, encama rewşa aboriyê û şertên civakiye û weha dewam kir:

“Newekhevî, gendelî, bêbawerî, hiştina di derveyê civakê de û rewşên ku şiddet di wan de bûne normal, dikin ku talûka rûdanên weha zêdetir bibe.”

Rêxistina Psikiyatriyê ya Tirkiyê (TPD), li ser rûdanên dibistanên Sêwerekê û Maraşê de ku gelek kes mirin û birîndar bûn, daxwuyaniyekî nivîskî da. Rêxistin xemgîniya xwe ragihand, ji malbatên candayiyan re sexsaxî û ji birîndaran re şîfayê xwest.

Rêxistin got ku rûdanên weha tenê bi derûniya kesan nayê îzahkirin û got:

“Di rûdanan de rola aboriyê û şertên civakî bandora xwe zêdene…Nabe ku mirov li ser kesan raweste. Divê siyasetekî civakî ya fireh, şertên perwerda wekheviyê û sîstema desteka xwurt ya giştî hebe.

Divê dibistan bi ewle bin, seha fireh bikin û destekê xwurt bikin, xizmeta psikososyal bê firehkirin û siyaseta bergirtinê bê bicîhanîn.

Zimanê ragihandina li ser êrîşan divê bi hezir be, ji terzê teşwîqa zarokan xwe dûr bixin û divê zimanê giştî yê ragihandina bûyeran bi erênî be.”