Netanyahû: "Erdogan hevalbendê terorîstan e"

Netanyahû: "Erdogan hevalbendê terorîstan e"

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû cewaba Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da û got: "Erdogan hevalbendê terorîstan e û nikare dersê bide me."

Netanyahû, li ser hesabê xwe yê Twîtterê cewaba gotinên Erdogan ên wek "Îsraîl dewleta terore ye" da.

Netanyahû wiha cewab da:
"Erdogan piştgirê herî mezin ê Hemasê ye. Loma jî Erdogan ji qetlîaman û terorê gelekî baş fêm dike. Tewsiyeya min lê ew e ku dersa exlaq nede me."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin