Lapid: Erdogan plana Netanyahû ya bo Kurdên Rojhilat têk bir

Lapid: Erdogan plana Netanyahû ya bo Kurdên Rojhilat têk bir

PeyamaKurd - Serokê opozîsyona Îsraîlê Yair Lapid, polîtîkayên Serokwezîr Binyamin Netanyahu yên li beramberî Îranê û stratejiyên wî yên leşkerî yên bi ser neketine bi tundî rexne kirin.

Lapid ragihand ku Netanyahu berteka Tirkiyeyê û hêza dîplomatîk a Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piçûk dîtiye û got: "Netanyahu naxwaze rastiyan bibihîze. Wî bêyî ku bandora Erdogan a li Washingtonê hesab bike, plana çekdarkirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê amade kir, lê Erdogan sînorê wî nîşanî wî da."

Li gorî agahiyên ku ji piştperdeya siyasî derçûne, di dema alozî û xitimandina navbera Îran û Amerîkayê de, Washington û Tel Avîvê ji bo çekdarkirina rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê peymaneke çarçove ya veşartî amade kiribûn, lê ev stratejî ji aliyê Enqereyê ve hat redkirin.

Piştî hevdîtinên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump, Trump stratejiya xwe guhert, şandina çekan sekinand û plan bi temamî hat betalkirin daku pêşî li her cûre alozîyên ser sînoran bê girtin.

Tevî planên Amerîka û Îsraîlê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê (PDK-Î, PJAK û Komel) yên ku di bin banê "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" de bûbûn yek, helwesteke serbixwe nîşan dan û nebûn "wekîlên leşkerî" yên ti aliyan. Lê belê Tehranê di vê heyamê de êrîşên xwe yên moşekî li ser kampên van koman berdewam kir.