Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li ser Komkujiya Helebçê mesajek wesand

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li ser Komkujiya Helebçê mesajek wesand

Balyozaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji bo 30emîn salvegera komkujiya Helebçê mesajek weşand. Di mesajê de hat gotin ku di dema rejîma Sedam Husên de, di 16ê Adara 1988an de bi çekên kimyewî zêdetirî 5 hezar sivîl hatin kuştin û ji 10 hezaran jî zêdetir hatin birîndarkirin.

Di mesajê de hat ragihandin ku di salvegera Helebçê de balyozxaneya Amerîkayê ji bo hemû Iraqî û bi taybetî jî xelkê Kurdistanê rojekê, heznê digire û wiha berdewam kir:

“Em dixwazin yên hatine kuştin û birîndarkirin bînin bîra hemî dinyayê. Em sersaxiya merivên kesên kuştî dikin.”

Ji xeynî vê jî hat eşkerekirin ku Amerîka careke dî soz dide, ji bo ku careke din li ser vê axa ku gelek komên etnîkî û olî dijîn tiştên wiha çênebin û hemî gelên Iraqê wê bi arabî û bi rengekî  demokratîk bijîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin