PeyamaKurd - Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê îro Sêşemê ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bûye 1018.
Rayedarên Çînî yê komîsyonê ragihandin ku roja Duşemê li eyaleta Hubei 108 kesan jîyana xwe ji dest daye û vîrusa korona li seranserê Çînê enfekteyî 42 hezar û 638 kesan bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye vîrusa li Wuhan a eyaleta Hubei derketiye heta niha derbasî 24 dewletên din bûye.
Li derveyî Çînê, li Fîlîpîn û Hong Kongê jî 2 kesan ji ber vîrusa korona mirine. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji bo lêkolînên ser vîrusa korona tîmeke taybet şandiye Çînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin