PeyamaKurd – Di derbarê qedexeya çûnûhatinê de, lijneyeke Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, raporek amade kir. Wezîrê Tenduristiyê da zanîn, heta niha biryareke qedexeya çûnûhatinê nedane.
Li gor zanyariyan, di çend rojên borî de lijneyekî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêdeçûna rewşa tenduristiya Duhokê û ji ber zêdebûna pêketiyên vîrusa Korona serdana Duhokê kirine û di raporekê de ew lijne, daxwaza qedexeya çûnûhatinê bo Duhok û Herêma Kurdistanê dike.
Di wê rapora ku bo Wezîrê Tenduristiyê hatiye şandin de hatiye diyarkirin, hejmara pêketiyên vîrusa Korona û yên can dane pir zêde bûne, ji ber wê jî daxwaza qedexeya çûnûhatinê tê kirin, ku nexwaşxane bikaribin karê xwe bikin, bi vî awayî belavbûna vîrusa Koronayê jî bê rawestandin û bergiya mirinan bên kêmkirin.
Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî jî ew yek piştrast kir ragihand: ‘‘Rapor ji aliyê lijneyeke Wezareta Tenduristiyê ve hatiye amadekirin û li ber destê me ye. Lê heta niha ji aliye Wezareta Tenduristiyê ve biryara qedexeya çûnûhatinê li holê nîne.’’
Wezîrê Tenduristiyê dibêje, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê û can dayîn ji ber Koronayê, li Herêma Kurdistanê di asteke pir bilind de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin