PeyamaKurd – Rêveberê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) yê ji beşa Ewropayê Hans Kluge, ragihand ku metirsî heye nîvê nifûsa parzemîna Ewropayê di nav 6-8 hefteyan de bi cûreya guhertî ya vîrusa koronayê Omicronê bikevin.
Kluge, daye xuyakirin ku daneyên çend hefteyên dawî derxistiye holê ku Omicron gelekî zû belav dibe û tenê di nav hefteyekê de zêdetirî 7 milyon pêketiyê li parzemîna Ewropayê (li gorî WHOyê 53 welat) hatine tomarkirin.
Rêveberê WHOyê Kluge, hişyariya wergirtina tedbîran bo welatên ewropî da û da zanîn, hîn baş nayê zanîn bê bandora derziyên koronayê çiqas li ser cûreya Omicronê heye, lê di rojên pêş de ew mijar zelal dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin