Li Çînê cûreyeke sewba balindeyan derket holê: Metirsî heye bibe pandemî!

Li Çînê cûreyeke sewba balindeyan derket holê: Metirsî heye bibe pandemî!

PeyamaKurd – Li Çînê cara yeke li ser mirovekî şewba balindeya H10N3 hat tespîtkirin ku metirsî heye ew jî weke vîrusa koronayê bigihe asta pandemiyê û berbelav bibe.

Hat ragihandin ku li eyaleta Ciangsu ya rojhilatê welatê Çînê, li ser kesekî cûreya şewba balindeyan H10N3 hatiye dîtin.

Li gorî zanyariyan ew yekem kesê bi cûreya H10N3 enfekte bûye ye.

Komîsyona Tenduristiya Netewî ya Çînê ragihandiye ku xetera belavbûna wê cûreya şewba balindeyan kêm e, lê li gorî hin pisporên derveyî Çînê metirsî heye ku ew jî wekî vîrusa koronayê bibe pandemî û belav bibe di nav xelkê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin