Li Duhokê 30 nexwesên bi Korona ketibûn bas bûn

Li Duhokê 30 nexwesên bi Korona ketibûn bas bûn

PeyamaKurd - Berpirsê Ragihandinê yê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Parêzgeha Duhokê diyar kir, îro li Duhokê 30 pêketiyên din ên vîrusa Korona baş bûne.

Li gor Berpirsê Ragihandinê yê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Parêzgeha Duhokê Hemze Rezikî ragihand, ‘’Îro li Duhokê 30 nexweşên din ên bi vîrusa Koronayê baş bûn. Piştî hemû testên wan hatin kirin, diyar bû ku bi temamî baş bûne û ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Bi vî awayî hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê yên baş bûne gihişt 508 kesan.’’

Herwiha diyar kir, ‘‘Niha 717 pêketiyên vîrusa Koronayê di nexwaşxaneyê de mane û 9 pêketiyan can dane. Hêvîdarim hemwelatî maske û lepikan bi kar bînin û wisa ji malên xwe derkevin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin