PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê bîlançoya nû ya nexweşiya Taya Xwînberbûnê (Kırım-Kongo) ragihand û eşkere kir ku ji destpêka sala 2026an ve, hejmara pêketiyên ku di laboratorê de hatine piştrastkirin gihîştiye 145 kesan. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf Bedr diyar kir ku tîmên çavdêriyê yên girêdayî wezaretê li hemû parêzgehan rewşa epîdemîolojîk roj bi roj û ji nêz ve dişopînin. Li gorî daxuyaniya fermî, heta niha ji ber vê vîrusê 9 kesan canê xwe ji dest daye.
Belavbûna Nexweşiyê Ya Li Gorî Parêzgehan
Li gorî daneyên ku ji aliyê wezaretê ve hatine parvekirin, rêjeya herî zêde ya pêketin û mirinê li başûrê welat hatiye qeydkirin. Belavbûna vîrusê li gorî bajaran wiha ye:
Zîkar: 74 pêketî, 6 kesan canê xwe ji dest daye
Musena: 18 pêketî
Mîsan: 9 pêketî
Diyala: 8 pêketî, 1 kesî canê xwe ji dest daye
Babil: 7 pêketî, 1 kesî canê xwe ji dest daye
Besra: 6 pêketî, 1 kesî canê xwe ji dest daye
Parêzgehên Din: Li bajarên wekî Bexda, Mûsil, Kerbela, Kerkûk, Selahedîn, Enbar, Dîwaniye û Necefê tu zirarên canî çênane û hejmara pêketiyan di navbera 1 û 3 kesan de guheriye.