Dadweriya Îraqê bîlançoya gendeliyê  eşkere kir

Dadweriya Îraqê bîlançoya gendeliyê  eşkere kir

PeyamaKurd - Dadgeha Lêkolînê ya Têkoşîna li Dijî Gendeliyê ya Îraqê, îro di daxuyaniyeke nivîskî ya fermî de ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna Cîgirê Berê yê Wezîrê Petrolê Adnan Cumailî de gihîştine agahiyên nû û ecêb.

Hêzên ewlehiyê di encama operasyoneke nû de dîtin ku 14 milyar Dinarê Îraqê yê ku bi neyasayî ji projeyên giştî hatibû bi dest xistin, di nav çaleke pîs a kanalizasyonê de hatiye veşartin.

Dadwerê dozê destnîşan kir ku ev dravê mezin ji aliyê gumanbar û hevkarên wî ve bi rêya "talan kirin û xwarina samanên giştî" hatiye komkirin, û tekez kir ku tevî ku hatiye girtin daku radestî xezîneya dewletê bê kirin.

Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê berî du rojan bîlançoya giştî ya vê dosyeya mezin ji bo raya giştî parve kiribû, ku li gorî daneyên dawî, asta dravê ku heta niha hatiye desteser kirin 127 milyar dinar û 24 milyon dolarê Amerîkayê derbas kiriye; her weha dest danîbun ser gelek navendên danûstendinê (AVM), otomobîlên luks û kîloyan zêr de hatibû girtin.

Ev proseyeke berfireh piştî girtina Adnan Cumailî di 30yî Gulanê de dest pê kir, ku navbirî piştî girtina xwe li sûcê xwe mikur hat û lîsteyeke nihênî ya ji 128 berpirsên bilind pêkhatî ku di vê tora diziyê de cih digirtin radestî dadgehê kir.

Di encama van îtîrafan de, hinek parlamenterên di wezifeyê de û parêzgarê berê yê Selahedînê hatine girtin û dadgehê ragihand ku lêkolîn bi hûrgilî berdewam dike daku hemû tawanbaran bên girtin û rê li ber talankirina aboriyê bê girtin.