PeyamaKurd - Piştî karesata lehiya ku ji ber barana zêde ya 2 saetan li Hewlêrê bariya, herî kêm du kesan can da û bi sedan otomobîl di ber avê re çûn û ziyaneke mezin gihîşt mal, sûk û bazarên bajêr.
Li gorî analîza pêşî ya bandora lehiyê li ser bingeha ziyanên milk, wesayît, bazirganî, binesazî û xizmetguzariyên giştî, fatoraya giştî ya vê karesatê ji bo bajêr herî kêm 8,1 milyon dolar e û di senaryoya herî giran de dikare heta 19,2 milyon dolarî bilind bibe.
Barana ku di nava du saetan de li ser her metrekareyekê gihîşt 80 mîlîmetreyî, ji 2 qatî zêdekirê pêşbîniyan derbas bû û bû sedema wê yekê ku li gundê Qeryataxê bêtirî 40 xanî û li nava bajêr bi sedan avahî û wesayît di bin avê de bimînin.
Bazarên Teyrawa û Şêxelayê ku wekî navenda bazirganiyê tên naskirin, derbên herî giran xwarin û kelûpelên bi nirxê bi hezaran dolarî wêran bûn.
Her wiha ji ber bilindbûna asta avê heta 12 hezar û 400 NTUyê, 4 parzûngehên sereke yên avê hatin rawestandin û analîz balê dikişîne ser wê yekê ku ji bo pêşîgirtina li van karesatan, pêwîstiyek lezgîn bi veberhênanên mezin ên binesaziyê heye.