Ji Macron daxuyaniya Idlibê: Metirsîdar e…

Ji Macron daxuyaniya Idlibê: Metirsîdar e…

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşên van rojên dawî yên balafirên Sûriyê û Rûsyayê bi ser herêma Idlibê de daxuyanî da.

Macron li ser hesabê xwe yê twitterê got, "Zêdebûna tundiya li herêma Idbilê cihê metirsiyê ye. Van rojên dawî di encama êrîşên rejîmê û hevkarên wê yên bi ser nexweşxaneyan de gelek sivîl hatine kuştin.”

Hêjayî bîrxistinê ye, Tirkiye û Rûsyayê ji bo Idlibê 17ê Îlona 2018an li Soçiyê rêkeftinek kiribûn, lê tevî avakirina herêma kêmkirina rageşiyê li Idlibê jî aloziya navbera herdu aliyên rêxistinên tundrew û rejîma Sûriyê berdewam dike û gelek caran şer û pevçûn rû didin. 

Di van rojên dawî de jî balafirên Sûriyê û Rûsyayê herêma Idlibê bombardiman dikin ku ev jî bûye sedema kuştina bêhtirî 150 sivîlan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin