Sandeka hevpeymanîya li dijî DAISê serdana Goristana Nemiran kir

Sandeka hevpeymanîya li dijî DAISê serdana Goristana Nemiran kir

PeyamaKurd - Şandeka hêzên hevpeymanîya dijî DAIŞê serdana “Goristana Nemiran” li devera Barzan kir.

Îro (27.03.2019) danê sibê şandeka hêzên hevpeymanîya dijî DAIŞê bi yawertîya fermandeyê Pêşmerge Sîrwan Barzanî çû ser Goristana Nemiran, ku mezelên Mela Mistefa Barzanî û Idris Barzanî tê da ne.

Şanda hevpeymanîya dijî DAIŞê ji efser û generalên amerîkî, almanî, brîtanî, macarî, finlendî û îtalî pêk hatibû û ji aliyê berpirsê Goristana Nemiran, Xelat Barzanî ve hatin pêşwazîkirin. Paşê her yekê ji wan efseran tacegulek bi nûnertîya welatê xwe danîn ser Goristana Nemiran.

Piştî danîna tacegulan, fermandeyekî Pêşmerge spasiya şanda hevpeymanîyê kir ku serdana Goristana Nemiran kirine. Paşê endamekî şanda hevpeymanîyê pesnê Pêşmerge da ku di şerê DAIŞê da mêrxasîyên mezin kiriye û ragihand, ew serê xwe li hember xebat û fedakariyên Pêşmerge û şehîdên şerê DAIŞê diçemînin ku ne tenê bo Kurdistanê lê bo hemû Iraq û cîhanê nîşan dan ku dikarin DAIŞ û terorê bişkênin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin