Rûsya xaza xwe di ser Ûkrayna de nabe

Rûsya xaza xwe di ser Ûkrayna de nabe

PeyamaKurd- Xaza Rûsyayê ya ku di ser Ûkrayna de diçû Awrûpa, di navbera her dû dewletan de bûbû arîşe û niha Rûsya dev ji çûna borûyên xazê yên di ser axa Ûkrayna de berda û berê xwe da Fînlandiyayê. Xeta “Nod Stream 2” beşa wê ya Rûsyayê qediya û niha binkeyên welatê Fînê tên danîn.

Xet ji Rûsya ji bajarê Petersburgê destpêdike û di Behra Baltikê de, di ser Fînê de piştî danîna 1200 km lûleyên xazê, dê xaz bigihê Almanya. Şîrketa bingehîn "Nord Stream 2 AG" ragihand ku 374 km yê wê temam bûye.

Proje di sala 2019an de wê biqede û xaza Rûsyayê bigihê Almanya û temamê Awrûpayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin