PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl ragihand, piştî biryar hat dayîn li ser destpêkirina geştên Umreyê, wezareta wan çend merc û rênimayî ji bo destpêkirina Umreyê derxistine.
Nebez Îsmaîl got, “Hemwelatiyên bixwazin geşta Umreyê bikin, divê temenê wan di navbera 18-50 salan de be û nabe nexweşiyên kronîk bi wan re hebin. Herwiha berevaniya bedena wan ji bo pêketina nexweşiyê bihêz be, eger ne wisa be rê ji Umreyê re nayê dayîn.”
Îsmarîl diyar kir, pêwîste 48 demjimêran berî serdanê hemwelatiyê biçin Umrê kontrola koronayê bikin û sê rojan jî li Siûdiyê di karantînayê de dimînin.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, niha tenê carek dikare Umre bê kirin û dema taybet jî ji bo bicihanîna merasîman tê diyar kirin.
Nebez Îsmaîl dawî got, berî belavbûna vîrusa koronayê nirxê geşta Umreyê 650 dolar bû, lê niha ew nirx guhertiye, lê heta niha nirx zelal nebûye û dema encamdana geştê jî zelal nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin