“Ta ya Dang” ê welatê wan tehdîd dike

“Ta ya Dang” ê welatê wan tehdîd dike

PeyamaKurd- Li gor rêvebiriya karên tenduristiyê ya welatê Bangladeşê; di nav 24 sietên dawiyê de 783 kes bi sedema nexweşîna “ta ya Dang” ê seredana nexweşxaneyan kirin. Ji serê salê û heya niha kesên bi sedema nexweşîna “ta ya Dang” ê seredana nexweşxaneyan kirine jimara wan 72 hezar û 745 kesin.

Li gor rêjeya tenduristiyê ya Bangladeşê di 10 mehan de 72 hezar û 745 kes bi tayê ketine û di encamê de 57 kes ji wan mirine. Niha di nexweşxaneyan de 3 hezar û 746 kes tedawiya tayê dibînin.

Vîrusa “ta ya Dang” ê bi rêya kelmêşan (pêşî) digihîje mirov. Di dema dewra anofelê de hinek agirê bedena nexweş zêde dike û di hinek haletan de dikare nexweş bikuje. Nexweşîn bi giştî di meha hezîran, êlûn û meha dawiyê de xwe nîşan dide. Pisporên nexweşînê dibêjin di germa zêde û barana ku zêde dewam dike de, kelmêşên ku vîrusa “Dang” ê bi wan re hene gelek zêde dibin.

Ew deverên ku av û şînkayî lê hene, divê di dema lavra ya kelmêşan de, li der û dor derman bireşînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin