Tenduristiya Duhokê bi welatê Çekya re rêkeftin îmze kir

Tenduristiya Duhokê bi welatê Çekya re rêkeftin îmze kir

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya parêzgeha Duhokê ragihand ku wan îro 6ê Gulanê li ser piştevaniya tenduristiyê rêkeftinek bi welatê Çekya re îmze kiriye.

Rêveberê giştî yê tenduristiya parêzgeha Duhokê Dr. Nizar Îsmet derbarê wê rêkeftinê de û alîkariyên berê yên Çekyayê de wiha got:

“Konsolê giştî yê Çekya li herêma Kurdistanê Michal Svoboda ev ne cara yekem e alîkariya tenduristiya Duhokê dikin, berî naha jî alîkariya tenduristiyê kirine. Gelek proje hebûne û gelek bijîşkên Duhokê birine welatê Çekya bo perwerdê û rahênanê û gelek pisporên wan li Duhokê rahênan bo bijîşk û karmendên tenduristiyê kirin û berdewama wê alîkariyê de du rêkeftin hatine îmze kirin.”

Hat diyarkirin ku beriye niha jî rêkeftinek ji bo ava kirina odeyeke jidayîkbûnê bi Çekyayê re hatibû îmzekirin ku li gorî rêkeftina îro gelek amûrên bijîşkî ji bo tenduristiya Duhokê wê bên dabîn kirin ku hin ji wan amûran jî ji bo zarokên ji nû dayîk dibin in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin