Tirkiye: Halê 5 bajaran xwes nîne

Tirkiye: Halê 5 bajaran xwes nîne

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca 5 bajarên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê ragihand ku halê wan yê pandemiyê baş nîne. Ew 5 bajar Îstanbol, Ankara, Gaziantep (Dîlok), Şanlıurfa (Riha) û Bursa ne. Bajarên halên wan herî xweş, Artvin, Bilecik, Dêrsim, Edirne û Bayburt in. Wezîre got ku niha li bajarên Dêrsimê, Nevşehir, Kastamonu, Artvin û Aksarayê nexweşên bi pnomonî tine ne. Rewşa din ya Kovid-19 ê weha ye:

4.316.781 test heya îro hatine kirin.

   220.572 kes heya îro bi nexweşînê ketine.

       5.508 nexweş heya îro mirine.

       1.243 nexweş di beşên hûrlênêrînê de ne.

          385 bi alavên nefesê ve girêdayîne.

   203.002 nexweş heya îro baş bûne.

     43.404 test îro hatine kirin.

          931 kes îro nexweş ketine.

            17 nexweş îro wefat kirine.

          992 nexweş îro baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin