Stadyûma Amedsporê bi ronahiya ultraviyole tê ronîkirin

Dîroka Weşanê :
Stadyûma Amedsporê bi ronahiya ultraviyole tê ronîkirin

PeyamaKurd – Xebata lênêrînê ya li Stadyuma Diyarbakirê, ku di navbera Lîga Super a Trendyol û Lîga Yekem de dest pê kir, bênavber berdewam dike.

Di dema bêhnvedana navneteweyî ya di navbera Lîga Super a Trendyol û Lîga Yekem de, çîmena stadyûmê lênêrînek taybetî digire.

Çîmena Stadyuma Diyarbakirê, ku di sezona borî de gelek giliyan wergirt, jî di bin lênêrîna dijwar de ye.

Çîmena bê roj bi ronahiya ultraviyole ya çêkirî tê ronîkirin. Ev ronahî ji bo xurtkirina çîmenê tê zêdekirin.

Rêvebirê Ciwan û Sporê yê Parêzgeha Diyarbakirê Cenk Oztekin, xebata qadê kontrol kir û ji rayedarên stadyûmê agahî wergirt. Wî ragihand ku maça Amedspor - Erokspor, ku ji bo roja Înê, 28ê Mijdarê hatiye paşxistin, wê li ser qadeke pir çêtir were lîstin.