Almanya | Kurdê sampiyonê formûlayê bi 'Ala Kurdistanê' xelata xwe wergirt

Almanya | Kurdê sampiyonê formûlayê bi 'Ala Kurdistanê' xelata xwe wergirt

PeyamaKurd – Ajovanê Kurd yê bi eslê xwe ji Amedê Isaac Tutumlu, di pêşbirka lezê ya Formûlaya Nurnburgring a Almanyayê de bû yekem.

Ajavonê Kurd dema xelata şampiyoniyê wergirt ala Kurdistanê li xwe pêçabû.

Hat dîtin ku Tutumlu otomobîla xwe bi Ala Kurdistanê nexşandiye ku cara yekem e tîmeke vê pêşbirkê bi Ala Kurdistanê serkeftinê bi dest tîne.

Isaac Tutumluyê bi eslê xwe ji bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ye, sala 1985an li Barcelonayê ji dayîk bûye ku dayîka wî Îspanyayî û bavê wî jî xelkê Amedê ye û heta niha gelek xelatên pêşbirkên lezê standine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin