Amedspor di derbarê Umît Ozdag de serlêdana sûc dike
PeyamaKurd - Piştî ku Serokê Partiya Serkeftinê Umît Ozdag ku bi hewlên xwe yên nîjadperest û dijberê penaberan tê nasîn, bi vîdeoyekê angaştên sosret li Amedsporê kir, Rêveberiya Amedsporê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî Ozdag û vîdeoya wî da.
Ozdag duh, piştî maça Amedspor û Ankaragucu ya duh li Amedê hate leyztin û Amedspor 1-0 bi ser ket, vîdeoyeke bi sernavê "Cihêxwaz, xayîn û bênamûs" weşand.
Umît Ozdag di vîdeoyê de angaşt ku alîgirên Amedsporê di merasima beriya maçê de di dema sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hatiye xwendin de fîkandine û wiha got: "Terorîstên cudaxwaz, xayîn û bênamûs ên trîbunên Amedsporê, sirûda me ya neteweyî fîkandin, gefê li otêlan xwarin ku odeyên xwe nedin tîma Ankaragucu û hêrişî lîstikvanan kirin. Divê qada vê tîmê bê girtin û terorîstên Trîbunê neyên maçan."
Amedspor: Em ê di derbarê wan de serlêdana sûc bikin
Piştî belavkirina vê vîdeoyê rêveberiya Amedsporê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek şanî Umît Ozdag da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê di derbarê kesên ku hewl dane li dijî Amedsporê ferasetekê neyênî çêbikin de serlêdana sûc bikin. Daxuyaniya rêveberiya Amedsporê wiha ye:
“Piştî maça ku me li hember Ankaragücü 1-0 bi ser ket, hinek siyasetmedarên ku berê Amedspor kiribûn hedef, careke din derketin ser dikê û dîsa Amedspor kirin hedef. Ji serok û rêvebirên Ankaragücüyê yek gotinek jî dernakeve ku muameleya xerab li wan hatiye kirin. Ji hesabên fermî yên Ankaragücüyê û rûpelên fan page yên fermî yên Ankaragücüyê ku bêhiqûqî li wan hatiye kirin tu daxuyanî jî dernakeve. Zêdeyî 10 rojnamegerên ku ji bo şopandina maçê ji Enqereyê hatine, yek daxuyanî jî der barê wan de rastî neheqî û tundiyê nehatiye. Lê ji ber hin sedeman hinek siyasetmedarên ku tu eleqeya wan bi maçê re nîne û bi salan e bi muxalefeta Amedsporê re hewl didin hebûna xwe bikin, feraset û manîpulasyonê dikin da ku qada Amedsporê bê girtin. Montaj bi vîdeo û dîmen Amedsporê dike hedef.
Em ê der barê van kesan de ji ber ku civaka Amedsporê û alîgirên wê kirine hedef û gel ber bi kîn û nefretê ve birin em ê serlêdana sûc bikin.
Weke Amedsporê me her tim li qadan bisekine û em ê vê rêya xwe bidomînin. Ger ji ber ku av avêtin qadan divê qadan bê girtin divê her hefte qadên bi dehan tîmên di lîgên Tirkiyeyê de bên girtin.
"Em hêvî dikin ku yên ku dê li ser maçê biryarê bidin, bêyî ku rêberiya siyasî bikin, biryarek adil bidin."
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.