Amedsporê Tîma Zaxoyê ji bo wergirtina Xelata ‘FIFA Fan Award’ pîroz kir

Dîroka Weşanê :
Amedsporê Tîma Zaxoyê ji bo wergirtina Xelata ‘FIFA Fan Award’ pîroz kir

PeyamaKurd- Tîma Amedspord a Bakurê Kurdistanê, ji ber wergirtina Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê ya FIFAyê "FIFA Fan Award", Tîma Zaxoyê bi peyamekê pîroz kir.

Amedsporê ji bo pîrozkirina Zaxosporê peyamek belav kir û tê de wiha got:

“Pîroz be Zaxo!

Em ji bo wergirtina xelata bi prestîj a "Xelata Alîgirên FIFA”yê pîrozbahiyê li alîgirên Zaxosporê dikin ku ji aliyê Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ve hêjayî vê xelatê bûne.

Hest û yekîtiya ku we li trîbûnan nîşan dayî û  wateya ku we li nirxên gerdûnî yên futbolê zêdekirî bi her awayî hêjayî xelatê ye.

Wekî civaka Amedsporê, em vê destkeftiya watedar pîroz dikin.”