Barîna berfê li Sariqamîşê, kêfa şematekvanan anî

Barîna berfê li Sariqamîşê, kêfa şematekvanan anî

PeyamaKurd – Navenda şematekê ya navça Sariqamîşa bajarê Qersê bi sedema her demsala Zivistanê berfa zêde lê dibare, xelk û geştiyar bo şematekê diçin navenda şematekê ya Sariqamîşê.

Ji niha de kesên ji şematekê hez dikin diçin Sariqamîşê lê bendene ku di tatîla pêşiya me ya cejna Remezanê de ku hem dibistan tatilin, dê bêhtir xelk here Sariqamîşê.

Şemateka Sariqamîşê di nav daristana çaman de ye û dîmenekî wê yê bêhempa heye. Tevî bahar destpêkiriye jî di Adarê de hêjî berf heye û xelk şematekê dike.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.