PeyamaKurd – Li welatê Pakistanê li rêzeçiyayê Karakurumê, li çiyayê bi navê Maşerbrumê ku bilindahiya çiya 7.821 metreye, çiyagerekî Çekyayî dema hilkişiya çiya, nêzî kampa 1. ji çiya de ket û jiyana xwe ji dest da. Zîrwe di herêmê de ciyê herî zor yê hilkişîn û daketinê ye.
Rayedar ji bo rojnama Dawnê axifîne û gotine ku agahiyan dane çiyageran û di wexta hilkişîna çiya de çiyagerê Çekyayê di nav hevalên xwe de ketiye û can daye.
Rayedar gotine ku nêzî kampa 1.em rûdan çêbûye û hem rêya ku tê de diçûn, rêya herî zor û sexte ku tê de diçûn. Lê navê çiyagerê Çekyayî nehat ragihandin.