PeyamaKurd - Parêzerê misirî Bassem Wahba Sergio Ramos bi hinceta zirardayina fizîkî û derûnî ve sûcdar kir. Wahba doza bi mîlyarek euro li Ramos vekir û giliyê wî li FIFAyê kir.
Di pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan de Liverpool û Real Madrid têkoşiyabûn û di deqîqeya 31an de Mohamed Salah di pozîsyona bi fitbolîstê Real Madridê Sergio Ramos re seqetî derbas kiribû û ji listîkê derketibû. Parêzerekî misirî derheqê Ramosê ku Salah seqet kir de doz vekir. Herwiha parêzer bo cezakirinê mîlyarek euro daxwaz dike.
Ji aliyê din ve jî tê payin ku Salah dê bighêje Kûpaya Cîhanê. Bertekên dijî Sergio Ramos jî berdewamin. Li gor nûçeya Sada El-Balad a kanala Misirê, parêzerê bi navê Bassem Wahba ji FIFAyê re daxwwaznameyek şand ku Sergio Ramos bi hinceta zirardayina fizîkî û derûnî ve sûcdar kir.
Wahba, "Salah bi zanebûn seqet kir û ji ber vê jî divê bê cezakirin. Min doz vekir û giliyê wî min li FUFAyê kir."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin